qehwe

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qehwe qehwe
Îzafe qehweya
qehwa
qehweyên
qehwên
Çemandî qehwe
qehwê
qehweyan
qehwan
Nîşandera çemandî qehwe
qehwê
wan qehweyan
wan qehwan
Bangkirin qehwe
qehwê
qehweyino
qehwino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî qehweyek
qehwek
qehweyin
qehwin
Îzafe qehweyeke
qehweke
qehweyine
qehwine
Çemandî qehweyekê
qehwe
qehweyinan
qehwinan
nokên qelandî yên qehweyê
qehwe (vexwirak)

qehwe

  1. (vexwarin) Riwekek e ji nokênvexwarineke tehl û bikafeîn tê çêkirin.
    • Ji ber ku dilê min nediçû xwarinê wî xwest ji min re qehwak bi şîr bianiya. E — (Biyanî, Albert Camus, Weşanên Nûdem)
    • Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab
      Qehweya telxê digel zehra helahil biderî
      Me ji destê te mubarek şekeramêz e gulab
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
    • Gumgumê qehweyê dikeliya. Bêhna qehweyê bi bûx ji devê gumgum derdiket û dihat bêvilên mirov. Qehwecî li argûnê odeyê qehwe diqeland. Taweya doxdirêj li ser sê kuçikan bû. Serbaşê qehweciyan Siyamo bi kefçiyê hesinî qehwe ser û binê hev dikir. Rengê hebên qehweyê berî qelandinê cũn bûn, her ku diqeliyan rengê wan tarî dibûn. Lihevketina kefçiyê hesinî û dolabê deng derdixist, tîngînî jê dihat. Herbî ku diqeliya bêhna qehweyê zêde dibû. Agir boge dibû û qehwecî bi kefçi ser û binê hev dikir, hetanî rind diqeliya. Qehwecî, qehweya gelandî berê di hewangê de dikuta. Paşê her carê kulmek berî aşê destan dida û piyê aş digerand, hetanî rind hûr dikir mîna ard, mîna hinê. Dawiyê qehwe berî gumgumê biçûk dida, dikeliya û diqeliya tîr dibû. — (Eyüp KıranDewrêşê Evdî Kulîlka Bilbizêk û RimNûbihar2018, çapa 4em, r. 24, ISBN 978-9944-360-95-1)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî قَهْوَة(qahwa), belkî ji amharî ji navê devera Keffe. Peyvên bi zimanên din jî, wek farisî قهوه‎ (qehwê), tirkî kahve, fransî café, îngilîzî coffee.. hemû ji erebî hatine deynkirin.

Werger[biguhêre]

Zazakî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

qehwe zayend pêwîst e (z=m: mê, z=n: nêr, z=mn: mê û nêr, z=nt: nêtar)

  1. qehwe